PAK û PSK dixwazin bibin partiyek

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ew salek e ku bi awayekî rêkûpêk bi hev re kar dikin û ji bo herdu partî bibin yek, di nava hewldanê de ne. Serkirdeyê PAKê, Henîfî Turan jî dibêje, ew ji bo yekgirtinê amade ne û niha tenê li benda PSKê ne.

Rêveberên PAKê dibêjin ew bêyî şert û merc dixwazin bi PSKê re bibin yek partî. Lê PSK ji ber ku xwe partiyeke sosyalîst bi nav dike, dûdil e ku dev ji navê sosyalîzmê berde û di bin navekî din de bi PAKê re bibe yek.

Lê digel vê yekê jî nîqaşên navxweyî berdewam dikin û hewl didin ev yekîtî pêk bê.

Mijara yekbûna Partiya Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di nava xelkê Amedê de jî bûye rojev û li cihên giştî ew mijar di nava xelkê de tê nîqaşkirin.

Alîgir û kesên ku xwe nêzî herdu partiyan dibînin, dixwazin herdu partî bibin yek.

Li çayxaneyeke Amedê, welatiyekî Kurd dibêje, aliyên ku dikarin bi awayekî metodî û bi prensîp bi hev re kar bikin, herdu partiyên PAK û PSK ne.

Herwiha welatiyekî din dibêje, ji bo ku em bigihin armancên xwe, avakirina yekîtiyê pêwîst e û ji bilî wê yekê ti rêyeke din nîne.

Têkiliya herdu partiyan ji salekî zêdetir e ku bi awayeke erênî didome.

Rêveberên PAKê bêyî ku şertekê bidin pêş, deriyê xwe heta piştê ji yekbûna PSKê re vekirîne.

Rêveberê Navendî yê PAKê, Henîfî Turan di derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand: “Wek PAK ji me re tu pirsgirêk tune ye ku em negihijin hev. Em dikarin bigihijin hev. Lê belê wan biraderên me yên PSKê hêj guftûgoyên xwe yên navxweyî temam nekirine. Em li hêviya wan in.”

PSK ji ber ku xwe weke partiyeke sosyalîst bi nav dike, zû bi zû nikare dev ji navê sosyalîzmê berde. Lê ger herdu partî bibin yek divê têgeha sosyalîzmê di navê partiyê de tunebe.

PSK bi PAKê re li ser xalên ziman, ax û xwebirêvebirinê de weke hev difikire. Lê ji ber navê sosyalîzmê hêj biryareke zelal a yekbûnê nedaye.

Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê, Bayram Bozyel jî ji Rûdawê re kêfxweşiya xwe li hember destpêkirina pêvajoya yekgirtina PSK û PAKê tîne ziman û dibêje: “Wiha em gelek kêfxweş in bi hevaltiya PAKê re. Em bi qasî ku di bin banê partiyekî de bigihijin hev hêja û bi qîmet dibînin. Ev pêvajo dibe ku îhtîmaleke mezin e ku me, bêyî hemdê xwe bibe yekpartîbûnê.”

PAK û PSKê 2 salan bi 3 partiyên din ên Bakurê Kurdistanê PDK-Bakur, PDK Tirkiye û Partiya Komunîsta Kurdistanê KKPê re bi navê partiyên pênç qolî karên hevbeş kirin.

Piştî ku ew hersê partî ketin nava hevpeymaniya li gel HDPê, PAK û PSK di 31ê Adarê de bi berbijêrên serbixwe tevl’ hilbijartinên şaredariyan bûbûn.

RÛDAW