"Hikûmeta Iraqê 80 milyar dolaran deyndara me ye"

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê Cutyar Adilî got "li gorî belgeyên berdest hikûmeta Iraqê bi qasî 80 milyar dolarî deyndarê me ye"

Adil li Hewlêrê piştî derketina ji Encûmena Wezîran a HKIyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Berdevkî derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û serjimêriyê de daxuyanî dan.

Adil tekezî li wê yekê kir ku hikûmeta herêmê bê pirsgirêk mehane dahata 250 hezar bermîl neftê teslîmî Bexdayê dike û wiha got, "Li hember vê pêdivê pirsgirêkên di navbera me de çareser bibin. Li gorî belgeyên berdest hikûmeta Iraqê bi qasî 80 milyar dolarî deyndarê me ye."

Adil anî ziman pirsgirêka sereke ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijara budceyê ye.

Wî diyar kir ku piştî 22 salan komîsyonek hatiye pêkanîn û wiha pê de çû:"Di mijara serjimêriyê de em dixwazin maddeya 140emîn a Destûra Iraqê bê cîbicîkirin. HKI di wê niyetê de ku jibilî mijarên mafên destûrî di hemî mijaran de digel Bexdayê pêkwere."

(MB)

Ahmet Aydın | AA