Heta niha ti mesîhî venegeriyane Şingalê
Hemwelatiyê mesîhî yê xelkê Şingalê bi navê Petros Şingalî îro pêncşemê ji malpera Kdp.infoyê ra axivî û da zanîn ku dema DAIŞê êrîşî Şingalê kir kurê wî jî revand û heta aniha ti zanyarî derbarê kurê wî da tunene û aqûbeta kurê xwe nizane. Herwiha Petros da zanîn ku wî ji wan zarokên Şingalî yên hatine azadkirin pirsa kurê xwe kiriyê lêbelê heta aniha ti kesî derbarê kurê wî da ti zanyarî nedaye wî û ew aqûbeta kurê xwe nizane.
Herwiha Petros Şingalî amaje bi wê yekê jî kir ku mimkune DAIŞê baweriya kurê wî guherandibe û mejiyê wî şûştibe û ji ber wê yekê jî kurê wî di kampên penaberan ên Sûriyê da be.
Li aliyê din Nûnerê Mesihiyan li Encûmena Nûnerên Şingalê Îsa Şemûn ji amaje bi wê yekê kir ku beriya hatina DAIŞê 52 malbatên mesîhî li Şingalê hebûne û bi hatina DAIŞê jî ra weke kurdên êzdî hatina Herêma Kurdistanê û bûne penaber. Îsa Şemûn daye zanîn ku 4 kesên mesîhî jî ketine destê DAIŞê û piştî rizgarkirina DAIŞê di goreka bi kom da hestiyê kesekî ji wan hatiye dîtin.
Di berdewamiya axaftina xwe jî da Îsa Şemûn aşkere jî kir ku bi hatina Heşdî Şabî û hêzên ser bi PKKê li Şingalê heta aniha ti malbatên mesîhî venegeriyane Şingalê. Şemûn da zanîn ku mezargehên mesîhiyên Şingalê jî hatine jinavbirin.
Şingal bajarekî Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye bêhtir xelkê êzdî, misilman û mesîhî lê dijîn. Mesîhiyên Şingalê jî weke kurdên êzdî ketibûn ber êrîşa DAIŞê û 4 mesîhî hatibûn revandin.
Navên mesîhiyên hatine revandin wiha ne: “Sadale Petros û Necîb Malale Frensîs û Dawid Ebdulmesîh Melkî Corc Îbrahîm Sîvoye,
Di encama êrîşa DAIŞê da bi hezaran kurdên êzî hatibûn revandin û heta niha 3 hezar û 500 kes ji destê wê rêxistinê hatine rizgarkirin
BasNews