top of page

Amerîka û Tirkiyê bi helîkopteran çavdêriya Rojavayê Kurdistanê kirin

Hêzên çekdar ên Tirkiyê û Amerîkayê di çarçoveya avakirina navçeya aram de firîna helîkopterê ya hevbeş a çaremîn pêk anîn.

Hêzên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê îro Pencşema 12yê Îlonê di çarçoveya sepanên qonaxa yekemîn a navçeya aram a li Rojhilatê Feratê de bi hevbeşî bi helîkopteran çavdêriya herêmê kirin.

Liv û tevgera asîmanî ya li Navenda Tevgera Hevbeş a Yekbûyî ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihaya Bakûrê Kurdistanê bi dawî bû.

Herdu helîkopterên Hêzên Çekdarên Tirk vegeriyan ciyê xwe yê li navçeyê û herdu helîkopterên Amerîkayê jî li aliyê Rojavayê Kurdistanê man.

Helîkopter li aliyê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor qedera saetekê firîn.

Hêzên Tirkiyê û Amerîkayî berî niha jî 3 caran firîna helîkopterê ya hevbeş û carekê jî dewriyeya bejayî kiribûn.

Şandeke pilebilind a leşkerî ya Amerîkayê, ku ji Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yê Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî General Thomas Bergeson pêkhatibû, duh serdana Tirkiyê kir û li Enqerê li gel rayedarên Artêşa Tirkiyê hevdîtin pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ew şanda leşkerî ya amerîkî, piştî lêkolînên li ser sînor, derbasî ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ a di navbera Amerîka û Tirkiyê de bû û beşdarî civîna di derbarê xebatên jibo avakirina Navçeya Aram de kir.

Amerîka û Tirkiyê, meha bihorî derbarê pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, li hev kiribûn û di vê çarçoveyê de ji bo birêvebirina wê navçeyê li Kaniya Xezalan ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ hatibû avakirin.

RÛDAW

bottom of page