PDK-S: Şoreşa Îlonê bingeh bo avakirina dibistana xebat û têkoşînê danî
Polîtburoya PDK-Sê peyama xwe pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Pêşmergeyên Qehreman û gelê Kurdistanê kir û hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinan li ser rêbaza Kurdatiyê rêbaza Barzaniyê Nemir kir.
Di peyama Polîtburoya PDK-Sê de hat, Şoreşa Îlonê ya pîroz ya bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî yê Nemir veguhasineke girîng û pêşketî di dîroka şoreş û serhildanên Kurdan di dirêjahiya dîrokê de çê kir û bingeh bo avakirina dibistana xebat û têkoşînê danî, bo bidestanîna hêvî û daxwazên gelê Kurdistanê.
Di beşeke din a daxuyaniya PDK-Sê de hat, bi xwîna şehîdan, têkoşîna Pêşmergeyên qehreman û serkirdatiya hişmend şoreşê karî gelek destkeft û armancan bidest ve bîne û di pêşiya wan de rêjîma Iraqê ya rûxandî neçar kir ku peymana 11ê Adara 1970 îmze bike û li mafên gelê Kurdistanê ya otonomîyê (sîstema xwebirêvebirinê) mikur bê.
PDK-Sê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê dike, tevî şikestina 6ê Adara 1975an, lê kizotê têkoşînê venemirî, belkû zêdetir berpa bû û ji nû ve di 26ê Gulana 1976an de destpê kir.
Herwiha di peyama PDK-Sê de hat, îro zêdetir rêbaza şoreşê (rêbaza Barzaniyê Nemir) xurtir dibe û pê re projeya netewî ya Kurdistanî bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî bipêş dikeve û bi saya wê federalîzm ji Herêma Kurdistanê re bicih hat û gelê Kurdistanê bi hêviya destkeftine din e bi taybet piştî referandûma dîrokî di 25ê Îlona 2017an de ya ku kevirê bingehîn a serxwebûna Kurdistanî danî.
K24
S. B