Amerîka- 18 sal bi ser êrîşa 11 Îlonê derbas bû
Amerîkî merasîmên taybet bo rêzgirtin û rûmet bilindiya nêzîkî 3 hezar kesan hatin li dar xistin ku di êrîşên ser New York li dij cûtavahiyê Navenda Bazirganiya Cîhanî û avahiyê wezareta Berevanîya Amerîka Pentagonê li Arlington li Virginia û li eyaleta Pennsylvania de hatbûn kuştin.
Serokê Amerîka Donald Trump û xanima yekê Melania Trump û karmendên di asta bilind de yên rêveberîya Amerîka serê sibê li Qesra Spî deqîqek bêdengî weke rêzgirtin li giyanê qurbaniyan rawestan.
Herwiha Serok Trump paşî çû Wezareta Berevaniyê li avahiyê Pentagon, demjimêr 10:00 sibê li gur dema Washington peyvek di vê bîranînê de pêşkekş kir.
Trump ragihand, di 4 rojên derbazbûyî de ji her demê pirtir, Amerîka derbeyên herî giran û bihêz li Efxanistanê li dijmin xistine, Trump herwiha got: “Em naxwazîn nakokî hebin, lê dema aliyek bixwaze êrîşî welatê me bike emê bi hemû hêza xwe bersivê bidîn wan. Amerîka dê berdewam bi hemû hêza xwe li Efxanistanê li dijminan bide û ez behsa hêza atomî nakim".
Beriya bi 18 salan di rojeke weke îro de 11 Îlonê 2001an, 19 endamên rêxistina terorîstî al-Qayîde, 4 firokeyên sivîl revandbûn bi 2 firokeyan êrîşî cotavahiyê navenda Bazirganî ya Cîhanî kiribûn li New York herwiha firokek jî li dij avahiyê Pentagon bikar anî bû û yek ji li eyaleta Pennsylavania ketibû xwar.
BasNews