Serokê DEZA-Parê: Zaza ne Kurd in!
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di derbarê Kurmanc û Zazayan de, di van salên dawî de niqaşek cuda di rojevê de germ bûye.
Beşek siyasetmedarên Kurdên Zaza sala 2017ê partiyek bi navê Partiya Gelê Zaza damezrandin. Wê partiyê niha navê xwe guheriye û kiriye Partiya Dema Demoraksiyê.
Serokê wê partiyê, Dîlaver Eren dibêje, em Zaza ne Kurd in û miletekî cuda ne û zimanê me jî ne Kurdî ye.
Dîlaver Eren ji Rûdawê re got: “Parastina çand û ziman û hebûna zazayan zirarê nade ti kesê. Lazim e em baş bibînin ku dîroknas jî dibêjin Zaza gelekî cuda ye, zimanê wan cuda ye, dîroka wan cuda ye, raste em hemû gelên arî ne û birayê hev in û gelê zaza heta niha neyartiya çi gelekî din nekiriye.”
Li ser gotinên Serokê Partiya Gelê Zaza, Kurdên Zaza bixwe jî bûne du beş. Hinek dibêjin, ew tenê Zaza ne û hinek jî dibêjin ew Kurdên Zaza ne.
Welatiyê bi navê Bilind Er ji Rûdawê re dibêje: “Em Kurmanc in. Zaza jî baskekî Kuramca ne.”
Hilmî Koç jî diyar kir: “Em xwe zaza dibînin em gelê Dersimê ne û zimanê me jî zazakî ye.”
Her çend e li ser vê mijarê zêde berhemên nivîskî û lêkolînên li ber dest nebin jî lê di van salên dawî de mijarê bala lêkolîner û akademisyenan jî kişandiye. Ji wan lêkolîneran ku bixwe jî Zaza ye, dibêje rast e ku em Zaza ne Kurmanc in, lê em bêşik û şiphe Kurd in.
Lêkoler, Fatîh Çîçek têkildarî vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Mesele wisa ye, rast e zaza ne kurmanc in lê zaza Kurd in. ne tenê zaza beşên din jî weke kurmanc, soran, goran û hewraman ev hemû Kurd in. Lê dema em dibêjin Zaza yan Kurmanc tevlihevî çê dibe, nabe em ji Zazayan re bêjin Kurmanc, ne Zaza Kurmanc in ne jî Kurmanc Zaza ne. Lê her du jî Kurd in.”
Di dîroka Bakurê Kurdistanê de, du şoreşên mezin ên kurdan bi serokatiya Zaza an jî Kurdên dimilî hatine meşandin, serokê serhildana 1925ê Şêx Seîdê Pîranê û serokê serhlidana 1938ê Seyid Riza yê Dersimê, Zaza bûne.
RÛDAW