Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê sala nû ya xwendinê dest pê dike
Sala xwendinê ya 2019-2020 li gorî plana Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, îro Duşemê dest pê dike. 17ê Çileyê sala 2020an, werzê yekemîn temam dibe û bêhnvedana nîvê salê dest pê dike ku 16 roj in.
Roja 3ê Sibata 2020an, werzê duyem dest pê dike û 19ê Hezîrana 2020an dawî li sala xwendinê ya 2019-2020an tê.
Li gor amarên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê bo sala 2019-2020, hejmara xwendevanan li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê li seretayî, navendî û amade yî de 18 milyon û 108 hezar û 860 xwendevan in. Ji xwendekaran 9 milyon û 394 hezar û 125 kur û 8 milyon û 714 hezar û 735 keç in.
Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê di sala nû ya xwendinê de jî 1 milyon û 77 hezar û 307 mamoste dê waneyan vebêjin ku 907 hezar û 567 ji wan li dibistanên hikûmî ne û 169 hezar û 740 li dibistanên taybet in.
Herwiha hejmara dibistanan li Bakûr û Tirkiyê digihije 66 hezar û 849an.
RÛDAW