top of page

Serok Barzanî: Ez amade me bo alîkariya perçeyên din ên Kurdistanê

Serok Mesûd Barzanî ligel Şanda HDPê ya di bin serokatiya Sezaî Temellî de civiya û ragihand ku ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiye û beşên din ew dê tiştê ji dest wî bê dê bike.

Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Îlona 2019an li navçeya Selahadînê ya Hewlêrê pêşwazî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Hevserokê HDP Sezazî Temellî pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li hevkêşeyên siyasî yên li Rojhilata Navîn û xebat û pêşxistina doza rewaya gelê Kurd de anî ziman.

Temellî bi kurtî rewşa siyasiya Tirkiyê û kêşeya gelê Kurd li wî welatî û siyaset û nêrîna partiya xwe ya li ser çawaniya çareserkirina kêşeya Kurd û pêkanîna aştiyê di navbera gelên navçeyê de û bi destxistina yekrêzî û yek gotariya aliyên Kurdî ji bo Serok Barzanî şîrove kir.

Heserokê HDPê daxwaz kir ku Serok Barzanî bi rol û pêgeha ku li nav Kurdistan û navçeyê heye, alîkariya çareseriya aştiyane û siyasî ya pirsa Kurd bide.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî serdana şanda HDPê ya ji bo Herêma Kurdistanê bi girîng nirxand û ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku her perçeyek li Kurdistanê taybetmendiya xwe heye, ragihand ji bo dûrketina ji aloziyan pêwîst e aliyên Kurdî wan taybetmendiyan li ber çav bigrin ku li her beşekî Kurdistanê heye.

Barzanî tekezî li wê yekê kir ku ti kêşeya gelê Kurd bi şer û tundutîjiyê nayê çareserkirin û dawiyê jî divê çareseriyeke siyasî û aştiyane ser bikevê.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ji şanda HDPê re ragiahdn ku ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya prisa Kurd li Tirkiye û beşên din ew dê ti hewlekî de kêmasî nake û çi ji dest bê ji bo vê mebestê dê bike.

Di heman demê de Barzanî daxwaz ji şanda HDPê kir ku bi ti awayekî ji çareseriya aştiyê bê hêvî nebin û rê jî nedin ku hebûna nakokiyên siyasî bibê sedema serhildana nakokiya neteweyî ya di navbera Kurd û Tirkan de.

Şanda HDPê ya di bin serokatiya hevserokê wê partiyê Sezaî Temellî de, ji Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê wê partiyê yê Agriyê Berdan Ozturk, Cîgira Serokê Fraksyona HDPê û parlamenterê Mêrsînê Fatma Kurtulan, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDPê, Nazmî Gur, Berdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve û parlamentera Êlihê ya wê partiyê Feleknas Uca û parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçîer pêk tê.

RÛDAW

bottom of page