top of page

Li Seroka CHPê ya Stenbolê 9 sal 8 meh ceza hat birîn

Li Seroka CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, 9 sal 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Seroka Rêxistina Partiya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu, îro li bajarê Stenbolê, bo cara sêyem derket pêşberî 37mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.

Canan Kaftancioglu ku bi 5 dosyayên cuda dihat dadgehkirin, bi 9 sal 8 meh û 20 rojan hat cezakirin.

Dadgehê ji ber ‘propagandaya rêxistinê’ salek û 6 meh, ji ber ‘heqaretkirina li karmendê qamûyê’ salek 6 meh û 20 roj, ji ber ‘heqaretkirina li serokomar’ salek û 16 meh û ji ber ‘biçûkxistina Komara Tirkiyê’ bi salek û 8 meh, ji ber, ‘handana xelkê bo kîn û nefretê’ 2 sal û 8 mehan hat cezakirin ku bi giştî dike 9 sal 8 meh û 20 roj. Ev cezayê Seroka Rêxistina CHPê ya Stenbolê, nehat paşxistin.

Di dadgehkirina Canan Kaftancioglu de, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî amade bû.

Canan Kaftancioglu di dawiya dadgehkirina xwe de got ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bike û diyar kir, “Ez dizanim bihar hate welatê me, demasala ‘me’ dest pê kir. Ji ber ku wî winda kir û em bi ser ketin. 82 milyon bi ser ket.”

Li hêla din di dema birêveçûna dadgehkirina Canan Kaftancioglu de, hejmareke alîgirên CHPê li ber Dadgeha Çaglayan a Stenbolê kom bûn û piştevaniya bo Kaftancioglu nîşan dan.

RÛDAW

bottom of page