Hevserokê HDPê Sezaî Temellî bi Serok Barzanî re hevdîtin dike
Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî dê bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.
Şandeka HDPê bi serokatiya hevserokê wê partiyê Sezaî Temellî sibê tê Hewlêrê.Di nav şandê de komek parlementer û berpirsên wê partiyê hene.
Li gorî agahiyan, şanda HDPê dê 4 rojan li Başûrê Kurdistanê bimînin û bi rayedarên serokatiyên Herêma Kurdistanê, hikûmet û parlementoya Kurdistanê her wiha rayedarên partiyên siyasî re li Hewlêr û Silêmaniyê hevdîtin bikin.
Tê gotin şanda HDPê dê destpêkê bi Serok Barzanî re hevdîtin bike.
Çend roj berê jî şandeka parlementer û berpirsên HDPê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû. Ew şand heta niha jî li Başûr e.
BasNews