top of page

Sergovendîya HDPê bo Tirkiyê

Hasan Ertas

Sergovendîya HDPê bo Tirkiyê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di gelek platforman da hatiye aşkerekirin ku ji aliyê MÎTê Tirkiyê ve hatiye avakirin, piştî bû beşek ji şerê desthilatiya navxwe ya Tirkiyê û ji aliyê rejima aniha ya Erdogan ve tê serkutkirin bang û hawara alîkariyê li Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha ligor ajansan hefteya bê wê HDPê bi serokatiya Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ku ew jî xwarziyê malbata Înûnî ye wê ligel Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê yê Agirî Berdan Ozturk, Berdevka Fraksiyona HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Fatma Kurtulan, Berdevka Dîplomasiya Komîsyona Jinan a HDPê Feleknaz Uca, Cîgirê Hevserokê HDPê Nazmî Gur, Parlamenter Îmam Taşçier serdana Kurdistanê bikin. Gelek pirsên weke “HDP aniha çi dike? Armanca serekî ya HDPê çi ye? HDPê çima daxwaza alîkariyê ji Serok Barzanî dike?” hene em şîrove bikin.

Cihê behsê ye Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku herî goya bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di girevê da bû û bibû sedema xwekuştina 8 keç û xortên kurdan ji Diyarbekirê bi zimanê zimanê tirkî banga alîkariyê li Serok Barzanî dike. Em hemû dizanin ku herî dawî bo rêlibergirtina şerê xendekan Serok Barzanî di li Enqerê bi gelek siyasetmedarên kurda ra civiyabû û daxwaz ji wan kiribûn ew dikare navbeynkariyê bik e û ew naxwaze termên ciwanên kurdan li ser kuçe û kolanên Bakurê Kurdistanê bibîne. Lêbelê hem çavkaniyên nêzîkî Serok Barzanî û hem jî çavkaniyên nêzîkî HDPê piştrastkirin ku di civîna Serok Barzanî ya ligel HDPê da Hesveroka wê demê ya HDPê Fîgen Yuksekdag ji Serok Barzanî ra gotiye: “Destêwerdanê di karûbarên me da nekin. Em bi xwe biryarê li ser karên xwe didin. “

Di encama şerê xendekan da HDPê û PKKê rêliber artêşa Tirkiyê xweşkirin ku zêdetir ji 5 hezar û 300 ciwanên kurd bêne kuştin, 7 bajarên kurdan bêne wêran kirin, 1 milyon kurd ji bajarên xwe bene derxistin û sirgûnî bajarên din bibin, bi dehan fabrîka û kargehên li Bakurê Kurdistanê bene girtin. Em hemû dizanin şerê xendekan ne yên kurdan bû. PKKê û HDPê wê demê şerê rejima Îranê, Rûsya û Beşer Esed ê ligel Tirkiyê anîn li Bakurê Kurdistanê kirin.

Aniha jî şerê desthilatdariyê li Tirkiyê heye û PKK û HDP jî bûne beşek jî wî şerî. Hewl didin xortên kurdan bo wî şerî bidin kuştin. Şerê Erdogan û Kemalîstan ne şerê kurdan e. Haya Serok Barzanî jî ji hemû geşedanên siyasî yên Rojhilata Navîn û cihanê heye. HDP sergoveniyê ji Tirkiyê ra dike û daxwazê ji Serok Barzanî dike ligel wê be û piştevaniyê lê bike.

Bêguman wê Serok Barzanî mazûvaniyê û pêşwaziyê li HDPê bike. Lêbelê wê HDP ji Hewlêrê jî destvala vegere Enqerê.

bottom of page