ROJAVA - Kirîna pêdawîstiyên xwendina zarokan ji bo malbatan zehmet bûye
Hevdem ligel destpêkirina sala nû ya xwendinê, li Rojavayê Kurdistanê, ne tenê sazî, dezgeh û desteyên pêwendîdar bi proseya perwerde û xwendinê amadekariyan dikin, lê belê malbat û kesûkarên xwendekaran jî dikevine ger û tevgerê ji bo peydakirina pêdawîstiyên xwendin û dibistanê ji zarokên xwe re.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê li Herêma Cizîrê, Semîra Hac Elî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku ji 1ê Îlonê ve karên rêveberiyê li dibistanan hatine destpêkirin û 15ê Îlonê jî bi fermî xwendina sala 2019-2020an li dibistanan dest pê dike.
Di demekê de ku nirxê pereyê sûrî, li Rojavayê Kurdistanê gihiştiye derdora 645 lîreyan li beramber 1 dolarê amerîkî, nirxên keresteyan jî buha bûne.
Daketina nirxê lîreyê sûrî, girêdayî kirîna kereste û kelûpelan e ku bazirgan bihayên wan kelûpelan bi dolar ve girêdidin, bi awayekî ku li gorî daketina nirxê lîre ew xwe neçar dibînin, nirxê kelûpelan jî bilind bikin, ev jî bargiraniyê ji welatiyan re dirust dike.
Xwediyê ofîsa peraweh, qirtasî û pêdiviyên xwendin û dibistanan, Welat Ebdulmihsin Cumaa ji Qamişlo, ji Rûdawê re dibêje, piraniya keresteyên perwageh û qirtasiyê ji Başûrê Kurdistanê têne hawirdekirin.
Ebdulmihsin Cumaa herwiha behsa nirxên hinek pêdiviyan kir û got: “Nirxê çenteyên xwendekaran, ji 2 hezar lîreyên sûrî heta 4 hezar û 7 hezaran hene, desteyeke pênûsên wênekêşiyê bi 200 heta 400 lîreyan e, cilûbergên taybet bi qonaxa amadeyî, nirxê wan bi 10 hezar lîreyan û zêdetir e.”
Cumma herwiha diyar kir: “Berdilka şagirdekî qonaxa seretayî bi 3 hezar lîreyan e. Lênûs ango deftera 100 pelî bi 200 -350-500 lîreyan û lênûsa 200 pelî jî bi 500, 700 û 1300 lîreyan heye. Pênûsên nivîsandinê yên rengên şîn, sor û reş, bi 100 û 150 lîreyên sûrî ne.”
Ev yek jî li gorî rewşa darayî, aborî û dahatê li Rojavayê Kurdistanê, gelekî giran e.
Di van çend rojan de, kesûkarên xwendekar û şagirdan, berê xwe didin bazaran û pêdawsîtiyên girîng ji zarokên xwe re dikirin, lê buhabûn û kêmderamedî astengiyên mezin li pêşiya wan dirust dikin.
RÛDAW