top of page

Peyamnêrên Bêsînor: Bila rêveberiya Rojava qedexeya li ser K24 betal bike

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF) daxwaz ji rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kir qedexeya li ser xebatên televîzyona Kurdistan24 (K24) rake.

Çend roj berê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, ku di destê PYDê de ye, bi behaneya ku “pîvanên rojnamevaniyê” binpê kirine, xebatên K24 qedexe kiribû. Ev reftara PYDê rastî gelek nerazîbûnan hat.

Di çarçoveya wan nerazîbûnan de, rêxistina peyamnêrên bêsînor (RSF), ku navenda wê ya giştî li Parîsê ye, daxuyaniyek da û ragihand, haya wan jê heye ku xebatên Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de ku li ser twîttera wê saziyê hatiye belavkirin, bang li rêveberiya Rojava hatiye kirin qedexeya li ser K24 rake û mohleta (lîsans)wê dîsa lê vegerîne.

BasNews

bottom of page