Desteya Perwerdeyê: Dibe ku hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezaran
Zêdetirî 755 hezar û 784 xwendekar amadekariya dibistinê dikin. Her wiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dibe hejmara xwendekaran bigihêje 900 hezar xwendekaran.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser bi koordîneya komîteyên perwerdeyê yên 7 rêveberiyên sivîl ragihand ku wan tevahiya amadekariyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina xwendekaran temam kirine. Desteyê roja 2`yê Îlonê wek roja destpêkirina dewama îdarî di dibistanan de û 15`ê Îlonê wek roja destpêkirina dewama şagirtan, diyar kir.
Anha
KTV