Mesrûr Barzanî wezaretên peywendîdar raspart bi encamdana çend erkan

September 4, 2019

Evro Çarşembîyê 4/9/2019 Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesrûr Barzanî serokê Civta wezîran civîya.

 Di destpêda civînê de, herdû wezîrên perwerde û xwîndina bilind û vekolînên zanistî, raportekr berfireh derbarê pirsgirêk û arêşeyên werza xwîndina 2019-2020 pêşkeş kirin.

Serokê Civata Wezîran amaje bi wê yekê kir ku giringîdan û pêşxistina bwarê perwerdeyê û xwîndina bilind ji karên pêşîn ên hikumeta Herêma Kurdistanê ne. Pêwîste kar li ser wê yekê bihêt kirin ku asta xwîndingeh û zankoyên kerta giştî bihên bilindkirin bi awayekê ku asta xwîndinê di navbera xwîndingeh û zankoyên hikumetê û taybet de bihên kêm kiri.

Serokê Civata Wezîran biryar da, komîteyek ji wezareta Perwerde, Xwîndina Bilind û vekolînên zanistî, darayî û pilandann bohêt pêkanîn bo destnîşankirina pêdawîstîyên giringên werza niha Xwîndinê daku bi zûtirîn dem bihên dabînkirin.

Herweha serokê Civata Wezîran,  wezaretên peywendîdar raspart ku berî hatina werzê zivistanê nefta sipî bi ser hevwelatîyan bihêt dabeşkirin û di destpêkê de li deverên çîyayî bihêt dabeşkirin. Herweha pirogramek jî bihêt danan bo çareserkirina kêmasîyên rê û cadeyan berî destpêkirina baran barînê.

Ciovata wezîran hwerweha gotûbêj derbarê çend mijarên peywendîdar bi wezareta darayê ve kir, wek rêgirtin ji xwe vevedizînê ji bac û rêkxistina karê jimêryarîya yasayî.

K24

 

Please reload