Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriyê, qedexekirina karê Kurdistan24 bi tundî şermezar dike
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriye di daxuyanîyekê de radighîne, berdewambûn a desthilata Rêveberiya Xweser bi astengkirina karên rojnamevanan û dezgehên ragihandinê li rojavayê Kurdistanê, bi taybet kanal a Kurdistan24, ku karek pîşeyî û bêalî dikir, û nûçeyên girêdayî rojavayê Kurdistanê, çi di dem a şerê Efrînê, Minbic, Baxoz gav bi gav vediguhest û jiyana hin ji nûçegîhanên wê dezgehê jî, ket metirsiyê de, lê berdewam bûn di karê xwe de û Kurdistan 24 bû bû jêderek fermî ji dezgehên ragihandinê û ajansên navdewletî re.
Astengkirina Rêveberiya Xweser ji karê ragihandinê re, berovajî bingehên azadiya karê rojnamevanî û prensîbên demokrasîyê ye û rêzê li yasayên ragihandinê re nagre, û ev ne cara yekem e, ku dezgehên ragihandinê digre û rojnamevanan dersînor dike.
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriyê radighîne, qedexekirina karê Kurdistan24 li rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin, ku ji van biryarên xwe vegere û dawî li astengkirina karê rojnamevanan bîn e. Em pşitevaniya xwe ya temam, bo kadir û dezgeha Kurdistan24 li rojava û başûrê Kurdistanê tekez dikin.
K24