top of page

Sala xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê deriyê 2 hezar û 225 dibistanan ji bo 230 hezar û 489 xwendekaran tê vekirin.

Rêvebera Perwerdeya Cizîrê Vedriya Silêman ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo sala nû ya xwendinê ti guhertin di rêbazên wan de çênebûne, tenê hin şaşiyên nivîsê hatine serastkirin û zêdetirî 3 milyon prtûk jî hatine çapkirin.

Dewama rêvebiran li dibistanên Qamişlo ji bo werzê nû hate destpêkirin û navê xwendekaran tên tomarkirin.

Rêvebera Perwerdeya Cizîrê Vedriya Silêman dibêje: “Dewama me destpêkiriye û li her dibistanekê derdora 1‪4‪ -1‪5‪ mamoste hene. Karê tomarkirina xwendekaran berdewam e.”

Derdora hezar dibistanan li Qamişlo û herêma wê hene ku ji aliyê rêveberiya xweser ve serpereştiya wan tê kirin. Rêbazê xwendinê li wan dibistanan jî ji aliyê komîteya perwerdê ya ser bi heman rêveberiyê ve tê nivîsandin.

Endamê Komîteya perwerdê ya Qamişlo Goran Şakir jî dibêje: “Rêbaz nehatiye guhertin lê li ser esasê nêrînên mamosteyan hin guhertinên nivîskî hatin kirin û şaşî hatine serastkirin.

3‪ Miliyon û 5‪0‪0‪ hezar pirtûk ji bo xwendina 2‪0‪1‪9‪ - 2‪0‪2‪0‪ hatine çapkirin. Ev jî di demekê de ye ku gelek têbînî li ser rêbazê xwendina Rêveberiya Xweser hene ku bi awayekê îdeolojî hatiye daraştin ku ev heyama çend salan e di navbera herdu aliyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bû ye cihê nakokiyan.

RÛDAW

bottom of page