top of page

HEYA KU KURDİSTAN AZAD NEBE, Lİ HERÊMÊ AŞİTÎ CÎGİR NABE

Îsal jî 1ê Îlonê, Roja Aşitiya Cihanê di bin sibera şer û pevçunan da, ku di gelek welatan da berdewam e, tê pîroz kirinê. Di heyama pîroz kirina 1ê Îlonê da, bi dehan hezar kesên sîvîl wê rû be rûye mirinê bin, bi dehan hezar jin û zarok ji ber şer malen xwe, warên xwe, ciye bav û kalen xwe berdin. Îro jî gava Rojhilata Navîn tê gotin, şer û qirkirin, kuştin û derbederiyê tê bîra mirov. Li Suriyê ligel hemu hewlên aşitiyê, cîgir bûna aşitiyê hêj dur e. Sedemek ji sedemên sereke a rewşa hanê siyaseta dewleta Tirk e, ku statuyê, ku îro li Kurdistana Rojava heye, li ser asayişa Tirkiyê wekî xeter dibine û jêk belav kirina statuya hanê xwe bona êrîşê amade dike, siyaseteka êrîşger û dagîrker bi rêva dibe. Li Iraqê herçend wekî bere zêde nebe jî, êrîşa rêxistina xwînxwar a tundrew DAÎŞê berdewam e. Heşdî Şabî jî, ku di ware paktavê olî û nijadî da, di ware dijminahiya Kurd da ji DAÎŞê kêmtir nîne, li ser aşitiya navçeyê xeter e. Rejîma Îslamiya Îranê, ku dewlemendiya welate xwe ji bona mîlîtarizm û pêşî lê girtina xebata azadiya gelê Kurdistana Rojhilatê xerç dike, siyaseta “rêkirina şoreşê” a rejîma hanê jî li ser aşitiya herêmê xeter e û dibe kûrtir bûna şer û pevçûnan. Li Tirkiyê, hikumeta AKP di bin serokatiya Serokcumhur Erdoxan da, derbareyê pirsa Kurd da siyaseta dewlete ya ananevî cî be cî dike. Hikumeta AKP şuna, ku daxwazên netewî û demokratîk yên gele Kurd cî be cî bike; Tundutijiyê kurtir dike, Militarizê kirina Kurdistanê roj bi roj zêdetir dike, Her roj vî û wê aliyên tixubê çalakiyên serbazî encam dide, Pêşiya xebata legal û aşitixwaz digre, Bona daxistina partiyên Kurdistanê li dadigehê doz tomar dike, Hinek şaredariyên, ku bi dengê gel hatibûne hilbijartinê, ji kar dur dixe, Li gelek herêmên Kurdistana Bakurê hatin û cûyinê qedexe dike. Kiryarên hanê yên hikumatê, ku berhemên siyaseta wî Kurd e, astengên gelek mezin in li pêşiya cigîr bûna aşitî li Tirkiyê. Pêgirtina AKP li siyaseta tundûtijiyê her usa xeter e li ser aşitiya navçeya Rojhilata Navîn. Ji bona vê PSK bi boneya 1ê Îlonê; Carekê dinê banga hikumeta Tirkiyê dike, ku dev jê siyaseta tundutijiyê, erîş bo Kurdistana Başur û Kurdistana Rojava berde, bona rê xweş kirina çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavên demokratîk bavêje, Banga hikumeta AK Partî dike, ku dev jê êrîşa Kurdistana Başur û Rojava berde û pêyvendiyên baş ligel hêzên Kurd yên Kurdistana Rojava dayne, Banga PKKe dike, ku dev jê xebata çekdarî berde, ji ber ku xebata hanê pêşiya xebata demokratîk û siyasî digre û zirar digîhine doza Kurd, Banga hêzên welatparêzên Kurdistanê, hêzên aşitixwaz û demokratên Tirkiyê dike, ku li hemberê siyaseta tundutijiyê û êrîşger û dagirkerî deste xwe bidine hevdu û bi hevra kar û xebate bikin. Heya ku Kurdistan azad nebe, li navçeye aşitî cîgir nabe. Serketiyê şer nîne, lê belê ji aşitiyê hemu kes sudmend dibin. 31 Tebax 2019 Partiya Sosyalîst a Kurdistan

bottom of page