HDP ji bo pêngavên navxweyî û navneteweyî amadekariyan dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li aliyekî li dijî danîna qeyûman çalakiyên şermezarkirinê berdewam dike û li aliyekî din jî amadekarî dike ku derbarê gendeliya qeyûman û danîna qeyûman de serî li hiqûqa navxweyî û navneteweyî bide.

HDP dê heta heft rojan derbarê qeyûman de gilînameyek û dosyayek pêşkêşî Dadgeha Îdarî bike. Her wiha HDP ji bo ku qeyûm bên rakirin dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Neteweyên Yekbûyî jî bide.

Çalakiyên HDPê yên li dijî danîna qeyûman li ser bajarên Amed, Wan û Mêrdînê berdewam dikin. Her roj li sê bajarên mezin bi tevlibûna şaredarên ji kar hatine dûrxistin û parlamenteran berdewam dike.

HDP qîma xwe bi çalakiyan tenê nayne. Ji bo ku li ser 3 şaredariyên wan qeyûm rabin, dê pêşî serî li hiqûqa navxweyî û piştre jî serî li hiqûqa navneteweyî bide. Komîsyona Hiqûqê ya HDPê derbarê qeyûman de gelek belge kom kirine û bi hinceta ku gendelî kirine dê serî li dadgehê bide.

Şaredarê Amedê yê ji kar hatiye dûrxistin Selçuk Mizrakli ji Rûdawê re got: “Hem derbarê kirin û pêkanînê neyasayî yên qeyûman de û hem jî di rêbaza danîna qeyûman de bêhiqûqiyeke mezin hatiye kirin. Me pêkanînên qeyûman û danîna qeyûman bi hemû hûrgiliyên wan re nirxandiye. Amadekariyên me hema hema qediyan. Em dê pêşî serî li dadgehan bidin. Em dê ligel dadgehên Tirkiyeyê, serî li dadgeh û hiqûqa navneteweyî jî bidin.”

Di nava heft rojan de HDP dê dosyaya gilînameya derbarê qeyûman de pêşkêşî dadgehê bike. Di heman demê de ji bo ku careke din qeyûm neyên danîn jî dê serlêdaneke cuda li dadgeha îdarî bike. Baroya Amedê jî van dosyayan ji nêzîk ve dişopîne.

Derbarê mijarê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin wiha axivî: “Divê şaredarên ji kar hatine dûrxistin derbarê biryara wezareta navxweyî de pêşî li Dadgeha Îdarî doz vekin. Piştî Dadgeha Îdarî divê serî li Dadgeha Îstinafê bidin. Piştre jî dê serî li Dadgeha Makezagonê bidin. Ger ji vir jî tu encamek dernekeve, hiqûqa navneteweyî dikeve dewrê. Ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Di heman demê de dikarin serî li Komîteya Neteweyên Yekbûyî jî bidin.”

HDPê di serî de girtina hevserokê xwe yê berê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de, derbarê gelek parlamenter û rêveberên xwe yên zindankirî de jî serî li hiqûqa navxweyî û navneteweyî dabû. Lê gelek dosya ev 3 sal in ku hêj di qada hiqûqê de negihiştine tu encamek.

RÛDAW