Şingal- Çima koçber venegarin ser mal û gundên xwe?

Koçberên Şingalê ku ji ber DAIŞê reviyane Herêma Kurdistanê û li kampên koçberan dimînin, naxwazin vegerin ser mal û gundên xwe ji ber ku navçeya wan tije pirsgirêk e û ewlehî li wir tuneye.

Li gorî zaniyariyên malpera KDP.info ku ji Rêveberya Karûbarê Êzdiyan stendiye, piştî êrîşa DAIŞê li ser Şingalê nêzîkî 360 hezar kes ji Şingalê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û li 10 kampan li parêzgeha Duhokê bicîh bûn.

Qaymeqamê Şingalê dibêje, jibilî ziyanên canî, DAIŞ % 85 ji Şingalê wêran kiriye û tiştek li Şingalê nehişitine.

Li gorî fermandarekî Pêşmerge jî, niha DAIŞ bi eşkere li Şingalê nemaye, lê bi şêweyeke veşartî tevgerê dikin û xwe rêk dixin, eger derfet ji wan re derkeve dê di cih de êrîş dikin.

Berya nêzîkî mehekê, çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Çiyayê Şingalê û di bersiva wê êrîşê de 8 çekdarên wan hatin kuştin û ew êrîş hat pûçkirin.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji malpera KDP.info got: “Asayişa Şingalê ji dest derketiye û kes nizane kî tê Şingalê û niha Şingal di destê kê de ye. DAIŞê jî çend caran êrîş kiriye.”

Pişitî bûyerên 16 Cotmeha 2017 û dagîrkirina navçeyinê Kurdistanî yên madeya 140 û di navde jî Şingal, Heşda Şabî rêveberya Şingalê ji wir derxist û rêveberyeje ser bi xwe li wir danî. Encûmena Parêzgeha Mûsilê jî ragihand ku ew îtîrafê bi wê rêveberiyê nakin ji ber ku ne bi rêya hilbijartinan derketiye.

Koçberên Şingalê çi dibêjin?

Niha hêzên ser bi PKK û Heşda Şebî ve li Şingalê ne, koçberek jî ji KDP.info re dibêje: “Bi vê rewşa xerab a Şingalê em venagerin, ji ber ku li wir hêzên berdesk û hêzên ku bi kirê hatine girtin destê xwe danîne ser Şingalê, ku hêzeke mezin ya û ewlehiyê li wir nîne.”

Ew koçberê bi navê Leyis Hisê ku ew bi xwe niha li kampa Bêrisfê ya Zaxo dimîne û dibêje: “Tişta herî metirsîdar hebûna şaneyên veşartî yên DAIŞê ye li başûrê Şingalê û nebûna ti xizimetekê jî.”

Nasir Şehwanî jî ku koçberekî din ê Şingalê ye û li kampa Êsiyanî ya ser bi Şêxan ve dimîne, dibêje: “Malên me li başûrê Şingalê ne û xaniyên me jî hêj tije bomb û mayîn û teqemenî ne. Rewşa Şinagalê niha pir xerab e û ti xizmet û pêdiviyên jiyanê li wir tune ne, lewma jî em venagerin wir û em li kampan dijîn. Baweriya êzdiyan bi wan erebên derdora Şingalê nayê, ji ber ku destê wan bi xwîna êzdiyan sor e û niha careke din Hikûmeta Iraqê ew anîne Şingalê.”

Tirsa dûbarebûna komkujiyê heye

Herwiha Navîn Simoqî ku çalakvaneke Şingalê ye û niha li Komelgeha Şariya ya Sêmêlê dijî dibêje: “Em venagerin ji ber ku em naxwazin careke din bibin qurbanî û karesat bên serê me. Em dixwazin navçeyên me aram bin. Rewşa niha ya Şingalê metirsîdar e li ser êzdiyan. Baweriya me bi wan hêz û milîsên li wir nayê. Lewma jî ji bo ku em vegerin divê di serî de derfet çêbibe û heya niha ew yek li Şingalê çênebûye.”

BasNews