top of page

Hedar Barzanî: Divê nûnerên kurd guşarê bixin ser Bexdayê

Îro roja duşemê 26.08.2019an parlementer parêzera dosyaya Barzaniyan Hedar Barzanî aşkere kir bi dehan dosyayên tawanên li ser kurdan li Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê hatine hiştin. Herwiha bo çarenivîsa wan dosyayan jî divê nûnerên kurdan guşarê bixin ser Bexdayê.

Parêzera dosyaya Barzaniyan û dosyayên kurdan li Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê û parlementera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Hedar Barzanî derbarê tawanên dijî kurdan da ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku dosyaya cahşan û çend dosyayên din ê dijî milletê kurd li Dadgeha Bilinda a Tawanên Iraqê hatine hiştin û divê wan dosyeyan nayê vekirin.

Herwiha Hedar Barzanî da zanîn ku di sala 2004an da Dadgeha Bilind ya Tawanên Iraqê hatiye damezirandin û dadgehê derbarê çend dosyayên kurdan da biryar standiye. Lêbelê çend dosyayên din jî mane. Hedar Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku dosyeya cahşan û Seyid Sadiq, Sêwkan û çend dosyayên din jî mane û çarenûsa wan nediyare.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Hedar Barzanî aşkere dike ku bo çarenivîsa wan dosyayan jî divê nûnerên kurd ê li Bexdayê û serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê guşarê bixin ser Bexdayê bo standina çareseriya wan dosyayan.

BasNews

26/08/2019

bottom of page