Hedar Barzanî: Divê nûnerên kurd guşarê bixin ser Bexdayê

August 27, 2019

Îro roja duşemê 26.08.2019an parlementer parêzera dosyaya Barzaniyan Hedar Barzanî aşkere kir bi dehan dosyayên tawanên li ser kurdan li Dadgeha Bilind a  Tawanên Iraqê hatine hiştin. Herwiha bo çarenivîsa wan dosyayan jî divê nûnerên kurdan guşarê bixin ser Bexdayê. 

Parêzera dosyaya Barzaniyan û dosyayên kurdan li Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê û parlementera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Hedar Barzanî derbarê tawanên dijî kurdan da ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku dosyaya cahşan û çend dosyayên din ê dijî milletê kurd li Dadgeha  Bilinda a Tawanên Iraqê hatine hiştin û  divê wan dosyeyan nayê vekirin.

Herwiha Hedar Barzanî da zanîn ku di sala 2004an da Dadgeha Bilind ya Tawanên Iraqê hatiye damezirandin û dadgehê derbarê çend dosyayên kurdan da biryar standiye. Lêbelê çend dosyayên din jî mane. Hedar Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku dosyeya cahşan û Seyid Sadiq, Sêwkan û çend dosyayên din jî mane û çarenûsa wan nediyare.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Hedar Barzanî aşkere dike ku bo çarenivîsa wan dosyayan jî divê nûnerên kurd ê li Bexdayê û serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê guşarê bixin ser Bexdayê bo standina çareseriya wan dosyayan.

BasNews

26/08/2019

 

Please reload