Şaredariya Stenbolê mamosteyên Kurdî werdigire
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Stenbolê di bernameyeka Platforma Parêzvanên Maf de bi mamosteyên Kurdî re hat ba hev û ragihand: Edebiyata Kurdî edebiyateke bêhempa ye û çand û zimanê Kurdî gelek dewlemend e.
Kiliçdaroglu got, mirov dikare Pirsa zimanê dayikê çareser bike û ev mafekî xwezayî ye. Ger hikûmet wê pirsê çareser neke û derfeta kar ji bo mamosteyên Kurdî çêneke, ewê çareser bikin û li şaredariyan kar bidin wan.
Serokê CHPê diyar kir, ewê di banê Şaredariya Stenbolê de dersên zimanê Kurdî bidin û ji bo vê jî Şaredariya Stenbolê dê mamosteyên Kurdî werbigre.
Di proseya hilbijartinê de her du namzedên sereke yên Stenbolê ji bo ku piştgirîya dengdêrên Kurd û HDPê bidest bixin sozên wek vekirina kursên zimanê Kurdî dabûn û niha çavê sazî û komeleyên ku li ser zimanê Kurdî dixebitîn jî li ser Îmamoglu ye ku wê soza xwe ya bo Kurdî bîne cîh.
K24
S. B