Şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Almanyayê re dicive

Îro şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Almanyayê derbarê pirsa herêma ewle û mafên Kurdan li Sûriyê bi berpirsên Wezareta Derve ya Almanyayê re dicive.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl li Berlînê ji K24ê re ragihand, ENKS derbarê pirsa avakirina herêma ewle û mafên Kurd di hundirê Sûriyê de di van rojên dawî de hejmarek hevdîtin bi welatên ku rola wan di pirsgirêka Sûriyê de heye kirin û îro şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Almanyayê re dicive.

Îsmaîl amaje bi wê yekê kir, Almanya ne li dijî mafê gelê Kurd e û bi erênî li pirsa gelê Kurd li Sûriyê dinêre. Ew jî dixwazin nerîna ENKSê li ser rewşa Sûriyê û proseya siyasî bi giştî û pirsa Kurdî bi taybetî bigihînin berpirsên Alman.

Li ser pirsa herêma ewle Mihemed Îsmaîl got, wan nerîna ENKSê li ser herêma ewle arasteyî hemû welatên pêwendiya wan bi pirsa Sûriyê heye re kirine. ENKS dibîne ku divê rêkeftineke siyasî, leşkerî û îdarî çê bibe û hemû pêkhateyên herêmê dê te beşdar bibin û di bin çavdêriya navdewletî de be.

K24