top of page

Koçberên wegeryane Mûsilê careke din koçberî Kurdistanê dibin!

Koçberên wegeryane sînorê parêzgeha Nînowa, careke din koçberî herêma Kurdistanê û navçeyên bin desthilata hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dibin.

Li gor raportekî rojnameya Şerqulewset, heta naha nêzîkî milyonek û 600 hezar Iraqî, ku nêzîkî 300 hezar kes ji wan xelkê Mûsilê ne, di koçberiyê de li herêma Kurdistanê û çend navçeyekî Iraqê jiyan dikin.

Li gor heman rojnameyê belav kiriye, nêzîk 72 hezar koçberên Mûsilê, ku navenda parêzgeha Nînowa ye, piştî rizgar kirina bajarê wan di sala 2017ê de wegeriyane navçeyên xwe. Lê ji ber rewşa xirab a Mûsilê û nebûna xizmetê û bingehên serekî yên jiyanê, rojane herî kêm 25 malbat careke din wedigerine kampan.

Derveyî xirabiya rewşa jiyanê, dest biserde girtina bajar ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve, yek ji sedemên din ên nevegera wan koçberane, ku piraniya wan sunne ne û ji aliyê çekdarên Heşdî Şeibî yên şîe ve sivikayî û heqaret li wan tê kirin, tên girtin û kuştin.

Ji ber şerê tayfeyî û dagirkariya rêxistina terorîst a DAIŞê nêzîkî du milyon hemwelatî koçberî herêma Kurdistanê bûn û xwe avêtin herêmên bin destê Pêşmerge.

BasNews

bottom of page