Teşkîlata PAKê ya Batmanê kongreya xwe ya duyem li dar xist
Kongreya duyemîn a Teşkîlata Batmanê ya PAKê bi rêzgirtina ji bo şêhîdên Kurdistanê û bi Sirûda Neteweyî ‘Ey Reqîb’ê dest pê kir.
Serokê Şaxa Batmanê Azîz Özdemir bi xêr hatin da mêvanan û got; "Ev kongreya me ya asayî ya duyemîn bi şîara ‘Di çareserîya hemû pirsgirêkan de rêya dîyalogê û bi rê û rêbazên demokratîk û sîyasî pêkve re.’ li dardikeve’’.
Piştî axaftina Aziz Özdemir, Dîwanê mafê yekem ê axaftina da Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya (KBN) PAKê Hanifi Turan.
Hanifi Turan di axaftina xwe de bi kurtayî wiha got:
‘’Ez li ser navê Serokê Giştî yê partîya me birêz Mustafa Özçelik û li ser navê Meclîsa Partîya me bi xêrhatina we û spasîya we dikim. Spasî û pîrozbahîya hemû delege, endam û rêvebirên Teşkîlata Batmanê ya PAKê dikim ku vaye cara duyem e Kongreya xwe ya asayî li dar dixin. Ev biryardarî û xebata we, sînerjî, hêz û şewqekeke mezin dide me hemûyan jî.
Gelek Rêvebirên PAKê yên Mêrdîn û Amedê ,Serokê Komela Ahmedê Xanî M.Sait Temel,Nunerên Partîya Yekîtîya Kurdistanî-Surî ,Endamên KDP Bakur yên Batmanê û gelek sîyasetvan û rewşenbîr jî beşdarî Kongreyê bûn.
Aziz Özdemir dîsa weke Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê hate hilbijartin. Mehmet Nurî Canpolat , Ahmet Öztekin, Mehmet Tahir Bilik, Süleyman İzgi, Hamdullah Toprak, Osman Zinnur Erçin jî weke endamên Rêvebirîya Teşkîlata Batmanê ya PAKê hatin hilbijartin. Vasfi Özdemir, Hava Özdemir û Aydın Bozan jî weke andamên cîhgir yên rêvebirîyê hatin hilbijartin.
BasNews