Peyama Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo bîranîna Enfalkirina Behdînan
Enfalkirina Behdînan ku dawiya pêşhatina êrîşa enfalan bû, li 25ê tebaxê heta 6ê Îlona 1988 hemû navçeyên Behdînanê girt û têda kîmyabaran û girtin û kuştin û raguhestin û wêrankirina mizgeft û dêr û gûnd û navçeyên Behdînan ji aliyê pênc firqe û yekîneyên serbazî ve hate encamdan û ewên ji wê tawanê jî rizgar bûn, koçberî Îran û Tirkiye û welatên din bûn.
Di demek da gelek bi rêz û hûrmetê ve şehîdên enfalkirina Behdînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîrtînîn, carekî din daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn li gor biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ku pêşhatina êrîşa enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasand, erkê xwe yê yasayî û exlaqî bi cîh bîne û qurbaniyên enfalê qerebû bike.
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radispêrîn ku zêdetir xizmetkirina qurbanîyên enfalan û dûvdaçûnê li çarenivîsa wendabûyan bike yek ji ewlewiyata karên xwe.
Dirûd û silav ji bo giyanê pakê şehîdên enfalkirina Behdînan û hemû enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25/08/2019