Parlamenterên CHPê bo piştevaniyê serdana Ahmet Turk kirin

Îro pêncşemê 25. 08. 2019an Parlamanterên Partiya Komarî ya Gel (CHP) Stenbolê yên Îlhan Cîhaner û Alî Şeker bo piştevaniyê îro serdana Serokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk kirin.

Parlamanterên CHP yên Stenbolê Îlhan Cîhaner û Alî Şeker, li Mêrdînê serdana Ahmet Turk kirin ku berî çend rojan ji erka şaredariyê hatibû dûrxistin û li cihê wî parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman weke qeyûm hatibû tayînkirin.

Di serdana Ahmet Turk da parlamenterên CHPê aşkere kirin ku ew bi mebesta hevkarî û piştevaniyê li Ahmet Turk hatine Mêrdînê û serdana wî kirine.

Ahmet Turk jî kêfxweşiya xwe li hemberî vê serdana parlamenterên CHPê nîşan da û spasiyên xwe pêşkêşî wan kir.

Li aliyê din dihête çaverêkirin Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Imamoglu jî bo piştevaniya HDPê û şarêderên wê yên ji erkên xwe hatine dûrxistin serdana Amedê û Mêrdînê bike.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê da şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, bi hinceta ‘alîkariya rêxistina terorî’ ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan parêzgarên wan bajaran weke qeyûm hatibûn danîn.

Ji kar dûrxistina şaredaran gelekî deng veda û li Mêrdîn, Wan, û Amedê alîgirên HDPê li dijî wê biryarê beşdarî xwepêşandanan dibin.

BasNews