Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir
Heyeta Partiya Gel a komarê (CHP) ku Endamê Meclîsa CHP'ê Îlhan Cihaner û Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker jî hene, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê ziyaret kir. Heyeta CHP'ê li avahiya HDP'ê ji aliyê Selçuk Mızrakli û wekîlên HDP'ê ve hat pêşwazîkirin. Hevşaredarê Şaredariya Amedê Selçuk Mızrakli diyar kir ku wan li Stenbolê çawa li dijî xezpê serkeftnek mezin bi dest xistin, wê li Amedê jî heman encamê bi dest bixin. Mizrakli, ji ber ziyareta CHP'ê kêfxwexiya xwe ani ziman.
Li ser navê heyeta CHP'e parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Ali Şeker jî diyar kir ku ji peywirgirtina Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê qebûl nakin. Îlhan Cihaner jî bang li hilbijêrên AKP'ê kir û xwest vê neheqiyê bibînin. Cîhaner, anî ziman ku ji bo li demokrasiyê xwedî derkevin hatine piştevaniyê."
MA