top of page

Amerîka: Me rê neda Tirkiye êrîşî Rojavayê bike

Wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kir ku Amerîka pêşî ji êrîşa Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê, Amerîka bi destpê kirina giftûgoyan li gel Tirkiyeyê li dor ava kirina herêma ewle di navbera Tirkiye û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de rê neda Tirkiyeyê ku êrîşî deverê bike.

Di daxuyaniya han de hetiye eşkere kirin ku danûstanên navbera Tirkiye û Amerîkayê li ser vê mijarê hîn jî didomin.

KTV

bottom of page