Artêşa Tirkiyê bi navê “Pençe-3” li Kurdistanê operasyoneke nû da destpêkirin

August 24, 2019

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li Sînat-Heftanîna herêma li Başûrê Kurdistanê “operasyona Pençe-3” dane destpêkirin.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê “Operasyona Pençe-3” duh li hemberî gerîlayên PKKê dane destpêkirin.

 

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku “operasyona Pençe-3” ji bo ewlehiya sînoran ji dûr ve bê parastin û jinavbirina stargeh û şiekftin PKKê li herêma Sînat-Heftanînê tê kirin.

 

Herwiha hat desnîşankirin ku firokeyên şer, firokeyên bêpîliot û obus jî tevlî operasyonê bûne.

RÛDAW

 

Please reload