TIHV: Polîsan rasterast îşkence kiriye

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) eşkere kiriye ku hin welatîyan qeyûm protesto kiriye polîsan îşkence li wan welatîyan kiriye.

bixwîne - Polîsekî welatîyek hingavtibû: Serdozgerîyê dest bi lêpirsînê kiriye

Weqfê eşkere kiriye ku welatîyan xwestiye mafê xwe yê kombûn û xwenîşandanê bi kar bihîne. Polîsan bi ava şidandî, gaza hêsirrêj û lêdanê îşkence li welatîyan kiriye.

TIHVyê daye zanîn ku kiriyara polîsan ne darê zorê ye, rasterast îşkence ye.

Polîsan li bajarên Enqere, Stenbol, Wan û Amedê midaxele li xwenîşandanan kiribû. Bi dîmenan eşkere bûbû ku li Enqereyê polîsan pêl pişta zarokekêkiriye û kelepçe kiriye, li Wanê kesekê kêmendam hingavtiye û li Stenbolê ji nêzîk ve fîşekek li rûyê xwenîşandarekê daye.

Çi bûbû?

Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin

Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.

Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.

22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.

Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.

(AO/MB)