Jina xwîn verişiya bêyî derman bikin dîsa şandin girtîgehê
Dayika Aştiyê ya 62 salî Mevlûde Başdaş ku bi hinceta tevli "Mertalên Zindi ya li Çiyayê Bagokê bû, rastî 4 sal û 2 meh cea hat û hat girtin, xwîn verdişe. Mevlude Başdaş ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye û ji sedî 86 astengdar e, li gel nexweşiya giran nayê berdan. Piştî dadgeha Bilind di Cotmeha 2018'an de cezayê Başdaş erê kir hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Başdaş ji Nexweşxaneya Zanîngeha Akedenîz a Antalya û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl rapora ji sedî 86 astengdariyê stend. Başdaş, ji ber nexweş e û nayê dermankirin xwîn verdişe. Hat diyar kirin ku piştî Başdaş xwîn verşiya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê. Başdaş ku xwîn verişiya û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Suat Seren a Nexweşiyên Sîngê, piştî tetkikên kirin bêyî derman bike dîsa bi maşîna rîngê şandin girtîgehê.
XWÎN VERIŞIYAM
Başdaş, piştî paşve şandin girtîgehê bi telefonê bi kurê xwe Metin Başdaş re axivî û der barê rewşa xwe de agahî dan. Başdaş, diyar kir ku rewşa wê xerab e û wiha got: "Ez serê sibê şûşeyek xwîn verişiyam. Rewşa min xerab e. Ez rakirim nexweşxaneye. Bijîşkê nexweşxaneyê diyar kir ku divê li nexweşxaneyê bê razandin. Lê bijîşk diyar kir ku li nexweşxaneyê cih tune ye. Bijişk xwest duşemê disa bînin û ger ku cih hebe wê razînin.
Metîn Başdaş, bertek nîşanî rayedaran da û got: “Dewlet dixwaze dayika min li girtîgehê bimire."
MA