ENKS: Waşintun daxwaza rêkkevtineke Kurdî-Kurdî û rol gêrana ENKSyê dike li rojavaya Kurdistanê
Serokê Komîteya peywendîyên derve yê ENKSyê ku niha li Emrîkayê ye, ragehand: Waşintun daxwaza rêkkevtinekê dike di navbera alîyên Kurdistanî li rojavaya Kurdistanê.
Herweha got: Emerîka dixwaze ENKSyê rola xwe bileyîze li rojavaya Kurdistanê.
Kamîran Haco, Serokê Komîteya peywendîyên derve yê ENKSyê, bi Kurdistan 24ê re ragehand: Wan daxwaz ji Emerîkayî kirîye ku rolekê bileyîze bo rêkkevtina Kurdî- Kurdî li Suriyê . Herweha got: Waşintun ji me re gotîye ku Emerîka piştîvanîya rêkkevtineke Kurdî dike li rojavaya Kurdistanê.
li gor axivtinên wî jî, di rojên dahatî de, sand ENKSyê dê serdana Elmanîyayê jî bike û ligel berpirsên wî welatî cvînan lidarbixin.
K24