Li Çiyayê Cudî 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Operasyona leşkerî li çiyayê Cudî yê Bakurê Kurdistanê berdewam dike û di encama şer de 4 leşker hatine kuştin.
Li çiyayê Cudî yê Şirnaxê ev 2 roj in operasyona leşkerî berdewam dike, duhî 3 leşkerên Tirk birîndar bubûn û piştre li nexweşxanê mirine
Parêzgeriya Şirnaxê duh bi daxuyaniyekê kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 leşkeran ragihandibû, lê îro da zanîn ku ji ber giraniya birînên wan, ew 3 leşker li nexweşxanê canê xwe ji dest dane.
Li gor heman daxuyaniyê, leşkerên wan li navçeya Silopî ya Şirnexê, dema di operasyonê de bûn, rastî êrîşa gerilayên PKKê hatibûn.
KTV