Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniya diyarkirina qeyûman bi Kurdî belav kir

Logoya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, biryara dûrixstina şaredarên 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û danîna qeyûman li cihê wan, bi zimanê Kurdî li ser malpera xwe belav kir.

Pêr Duşemê 19ê Tebaxê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi biryarekê, her yek ji Selçuk Mizraklî, Bedia Ozgokçe û Ahmet Turk, şaredarên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar avêtin.

Li gor heman biryarê, parêzgarên Amed, Wan û Mêdînê weke qeyûm li şûna wan şaredaran hatin diyarkirin.

Ji bilî daxuyaniya bi zimanê tirkî, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniya di derbarê dûrxistina wan şaredaran de bi zimanê Kurdî jî li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye.

Ev cara yekemîn e ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, daxuyaniyeke xwe ya fermî bi zimanê Kurdî dide û li malpera xwe belav dike.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, şaredarên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê, bi tohmeta "alîkariya rêxistina terorê", ji kar hatine dûrxistin.

Pêştir çendîn caran hin berpirsên pilebilind ên Tirkiyê, ji wan jî serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan, di munasibetên cuda de peyamên bi Kurdî li ser hesabên xwe yên di torên civakî de belav kirine.

Li aliyekê din, ev pêşhat di demekê de ye, ku li Parlamentoya Tirkiyê hêj îtîraf bi zimanê Kurdî nehatiye kirin û dema ku parlamenterên Kurd bi zimanê Kurdî diaxivin, axaftinên wan di arşîva parlamentoyê de nayên tomarkirin û tenê bi hevoka, zimanek ku nayê fêmkirin, tê tomarkirin.

Li Tirkiyê, zimanê Kurdî zimanekî nefermî ye û li wî welatî tenê zimanê Tirkî fermî ye, lê piştî destbikarbûna Partiya Dad û Geşepêdanê û di salên destpêkê yên desthilatdariya wê partiyê de, hin guhertin di rewşa zimanê Kurdî de li Tirkiyê hatin kirin û bo yekemîn car derfet bi zimanê Kurdî hat dayîn ku li cihên giştî bê axaftin.

Herwiha di çarçoveya siyaseta pêştir a AK Partiyê de, bo yekemîn car televîzyona fermî ya dewletê TRT bi zimanê Kurdî hat vekirin û di ajansa fermî ya nûçeyan a dewletê, Anadoluyê de jî zimanê Kurdî bi her du zaraveyên Kurmancî û Soranî hat zêdekirin.

Pêştir zimanê Kurdî bi hemû awayî li Tirkiyê qedexe bû û xelk ji ber axaftina bi zimanê Kurdî li cihên giştî û saziyên dewletê dihatin cezakirin.

RÛDAW