Li Şirnexê şer derket: Kuştî û birîndar hene
Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li navçeya Silopî ya Şirnexê, di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê şer derketiye.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihand ku di encama wî şerî de, leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 2 jê giran 3 leşker jî birîndar bûne.
Li aliyê din Wezareta Nevxwe ya Tirkiyê jî daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku di operasyoneke asmanî de li Şirnexê gerîlayekî PKKê canê xw ji dest daye.
Li bajarên Colemêrg, Şirnex û Wanê yên Bakurê Kurdistanê operasyonekî berfireh ya leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye destpêkirin.
RÛDAW