Dadgeha Ewropayê ji Tirkiyeyê xwestiye ji bo doza Wikipediayê paraznameya xwe pêşkêş bike

August 21, 2019

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo doza Wikipediayê ya li Tirkiyeyê hatiye vekirin, ji Tirkiyeyê xwestiye ku heta 31ê Çiriya Paşiyê paraznameya xwe pêşkêş bike.

Weqfa Wikimedia (Wikimedia Foundation, INC.) li ser navê Wikipediayê di 26ê Nîsana 2017ê de ji bo biryara qedexekirina weşanê serî li DMMEyê dabû.

Dadgehê meha tîrmeha borî dosya qabûl kiribû û ji Tirkiyeyê xwestibû ku paraznameya xwe amade bike. Her weha pirs ji dozdar û dozlêkirî kiribûn.

DMMEyê niha jî ji Tirkiyeyê xwestiye heta 31ê Çiriya Paşiyê ispat bike ku bê biryara qedexeya Wikipediayê li gorî Peymana Mafên Mirovan e (PMME) yan na.

Dadgeha Ewropayê di serî de serlêdana şexsî ya Wikipediayê ya ji bo Dadgeha Destûrî nirxandibû ku ev serlêdan di sala 2017ê de pêk hatibû.

Ji ber ku Dadgeha Destûrî di ser serlêdanê re du sal derbas bûye lê bersiv nedaye, DMMEyê pirsî ye ku derbarê mafên şexsî de “rêya hiqûqa navxweyî” heye yan na.

Her weha daxwaza zanyariyê kiriye ku Dadgeha Destûrî di mijara qedexekirina malperan de xwedî helwesteke çawa ye.

DMME wê li gorî bersivên her du aliyan heke ku pêwistî çêbibe dê li Strasbourgê danişînekê pêk bîne. (RA/SO/HA/FD)

BİANET

 

Please reload