Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
Bi sedan endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan bi armanca tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mêrdînê şermezar bikin xwestin bimeşin şaredariyê. Lê polîsan ew asteng kirin. Girseya HDP'ê ku rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit hatin, reya Navbera Qoser û Mêrdînê li trafîkê girtin. Piştî ku polîsan muxadaxe zêde kir girsê dirûşmeya “Zext me bêzar nakin" berz kirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Rawasetîna girsê ya li ser kolanê didome.
MA