Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt

August 20, 2019

Piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê kir, îro bi sedan endam û rêveberên HDP'ê xwestin bimeşin avahiya Şaredariyê. Polîsan bi ava şid mudaxaleyî girseya HDP’ê kir û girseya HDP'ê jî li ser rê çalakî li dar xistin û bi dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin" rê li trafîkê girtin. 

 

Bi sedan endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan bi armanca tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mêrdînê şermezar bikin xwestin bimeşin şaredariyê. Lê polîsan ew asteng kirin. Girseya HDP'ê ku rastî mudaxaleya polîsan a bi ava şit hatin, reya Navbera Qoser û Mêrdînê li trafîkê girtin. Piştî ku polîsan muxadaxe zêde kir girsê dirûşmeya “Zext me bêzar nakin" berz kirin û çalakiya xwe berdewam kirin. Rawasetîna girsê ya li ser kolanê didome. 

MA

 

Please reload