PSK:Kayyim Pêpes Kirina Vîna Gel E
Destnişan kirina kayyim pêşî lê girtina eşkere bûna gendeliyên kayyimên berê ne. Bi destnişan kirina kayyimên va AKP dixwaze tola xwe ji gelê Kurd, ku bi dengên xwe bibûn sedema serneketina AKP di hilijartina şaredariyê li bajaren mezin wekî İstanbul, Ankara, Antalya veke.
Balkêş e, di demekê da, ku dewleta Tirk ji bona erîş kirina Kurdistana Rojava xwe amade dike, kayyim têne destnişan kirinê. Tayin kirina kayyiman qehimtir kirina astengan e, ku li peşiya xebata legal û siyasiya Kurd hatiye danin. Her usa armanca destnişan kirina kayyiman peşî lê girtina dengên îtîrazê ye.
Em bi tundî tayin kirina kayyiman mehkum dikin û daxwaz dikin, ku her çi zûtir şaredariyên meşru vegerine ser postên xwe. Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), daxwaz ji hêzên aşitîxwaz, demokrat û hestyarên Tirkiyê dike, ku dengê xwe bilind bikin. PSK daxwaz ji partiyen Kurdistana Bakurê dike, ku bona parastina meydana xebata legal û demokratîk, bona hilgirtina astengên li peşiya xebata hanê, destê xwe bidine hevudu.
PSK daxwaz dike, ku li dijî tayin kirina kayyiman bertekên demokratîk û meşru bêne nişan dan û zirufê hestyar a navçeyê li ber çavan be. PSK piştgiriya xebata huquqî a şaredarên meşru, ku ciye wan kayyim hatine destnişan kirin, dike.
19 Tebax 2019