top of page

Platforma Zimanê Kurdî nexşerêya perwerdeyê amade dike

Berya ku li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di dibistanan û zankoyan de serdema perwerdeyê dest bike Platforma Zimanê Kurdî jî nexşerêyeke nû dide ber xwe. Platforma Zimanê Kurdî di 19 û 20ê Cotmehê de Konferansek bo zimanê Kurdî li dar dixe û her wiha dê bo saziyên xwedî erk ên dewletê jî daxwaznameyan bişîne da ku li hemû zanikoyên Tirkiyeyê bi navê Kurdî beşên zimanê kurdî werin vekirin.

Li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê di meha Îlonê de di zanko û dibistanan de serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji ber vê yeke jî Platforma Zimanê Kurdî berya ku serdema perwerdeyê dest pê bike çend biryarên girîng wergirtî ye û nexşerêyeke nû daye ber xwe. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û Endamê Platforma Zimanê Kurdî ji Kurdistan24ê ra axivîne amaje bi wê yekê dikin ku her kurdek bo pêşxistin û xwedîlêderketina zimanê kurdî bi pîşe û peywira xwe ve divê înisiyatîfê werbigre.

Şerefxan Cizîr dibêje:"Armanca me ew e ku em rewşenbîr, siyasetmedar, yên ku kar û xebata zimanê kurdî dikin bînin cem hev. Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerde yê, zimanê kurdî bila bibe zimanê fermî, bila saziya zimanê kurdî ava bibe. Li ser van em ê nîqaşan bi hev re bikin. Ji aliyê olî ve em ê binirxînin. Di nava rewşenbîran de, di nava saziyên sivîl de çima ziman qels ma ye? Em ê li ser van pirsgirêkan biaxifin."

Platiforma Zimanê Kurdî bo statuya zimanê Kurdî û pêşxistina zimanê Kurdî dê bi saziyên dewletê re jî bikeve têkiliyê. Ji bo vê yeke jî bi teybetî daxwaz û hêviyên Platiformê ji zankoyan hene.”

Herwiha Vahît Aba jî got:"Kurd ne kêmnetew in. Li Tirkiyeyê millete duyem in. Divê zimanê kurdî di temamê zankoyan de wek akademîk werê û beşên zimanê kurdî li hemû zankoyen de were vekirin. Me biryar da bang û daxwaz bikin ku zimanê kurdî ne tenê di enistîtuyan de hebe, bila di hemû zankoyan de wek beş bi navê hebe."

Platforma Zimanê Kurdî bang dike ku di warê xwedîlêderketina zimanê kurdî de şaredariyên Bakurê Kurdistanê û saziyên sivîl jî hestiyariyê nîşan bidin da ku di jiyana rojane de bikaranîna zimanê kurdî di nava civakê de bilav bibe.

BasNews

bottom of page