Berwarî Bala- Ji ber şerê PKK û Tirkiyê mesîhî gundên xwe çol dikin
Gundî yên mesîhiyên wê deverê jî ku ber bi deverên aram hatine, daxwaz ji PKK û Tirkiyê dikin Kurdistanê nekin kaxa şer û dibêjin:”Pêwîste Tirkiye û PKK milmilanêyên xwe li Bakurê Kurdistanê yek alî bikin.”
Ji bilî ku bi sedema şer û budûmanên rûbereke mezin ji pawan û rez û baxên wan hatine şewitandin, welatiyên deverê naveşêrin ku wan tirs û nîgeranî hene û metirsî li ser jîyana wan heye û jîyana wan li wan deveran dijware.
25 gundên mesîhiyan li devera Berwarî Bala hene û li gor zanîyarîyên Kurdistan24ê piranîya wan gundan bi egera hebûna PKKê û bordûmana Tirkiyê bi temamî hatine çolkirin, nemaze jî gundên; Hêsê,Mêrga, Cuya, Melxte, Serdeşt, Xware, Eyatê, Tişîşê û Tîşembîyê. Yên din jî metirsîya çolkirinê li ser wan in.
BasNews