Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa Kabolê şermezar kir
Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê îro yekşemê 18- 08- 2019an derbarê êrîşa terorîstî li daweteka Kabolê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: “ Wê êrîşa xirab a terorîstî bi tûndî şermezar dikin ku duhê li ahengeka hevsergeriyê li Kabola paytexta Efxanistanê kiribû armanc û di encamê da bi dehan kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn. Serxweşiyê li malbatên qurbaniyan millet û hikûmeta Efxanistanê dikin û em hevxwemên wan in.”
Di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye gotin ku karên wisa yên terorîstî erkeke mezin dixe stûyê komelgeha navdewletî di warê hemahengî û zêdetir nehiştina terorê û terorîstan.
Rêxistina terorîstî DAIŞê duhê êvarî êrîşî dawetekê kir li Kabolê û di encamê da 63 kes miribûn û zêdetir ji 180 kes jî birîndar bibûn.
BasNews