PDKÎ: Îranê çekên giran û pêşkeftî anîne ser sînor

August 18, 2019

 Endamekî serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand Komara Îslamî ya Îranê hejmareke zêde ya pasdaran li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bicî kirine. 

 

Berpirsê Dezgehê Fermangeha Pêşmerge ya PDKÎ Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, Komara Îslamî ya Îranê hejmareke mezin aa pasdaran li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav kirine.

 

Kawe Behramî da zanîn ku Îran dixwaze bi wê yekê rê li ber her core serhildaneke navxweyî yan tevgerên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bigre. 

 

Behramî da xuyakirin di van rojan de serbazeke mezin li Urmiye, Şino û Pîranşarê hatine bicîkirin û herweha çekên giran û pêşkeftî jî anîne ser sînor. 

 

Pêştit Cîgirê Dûyem yê Sekreterê Giştî yê PDKÎyê Heme Nazîf Qadirî ji Rûdawê re ragihandibû, partiyên Rojhilatê Kurdistanê siyaseteke hevbeş derbarê xebatê de heye û li ser wê yekê kok in ku meydana xebata wan Rojhilatê Kurdistanê ye û naxwazin behaneyan bidin dest Îranê ku êrîşî ser Başûrê Kurdistanê bike.

RÛDAW

 

Please reload