top of page

Yekemîn karwana heciyên Herêma Kurdistanê vegeriya

Yekemîn karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rêka firokexaneya Silêmaniyê re vegeriya Kurdistanê.

Îro danê sibê firokeya yekemîn karwana heciyên Herêma Kurdistanê li firokexaneya Silêmaniyê danî.

Li gorî agahiyan, heciyên han ku hejmara wan 417 kes bûn, ji aliyê mirovên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Îro danê êvarê jî karwaneka din ya heciyan dê bi rêka firokexaneya Hewlêrê bigihê Kurdistanê.

Îsal 7 hezar û 132 kes ji Başûrê Kurdistanê çûbûn hecê, 2 ji wan miribûn.

BasNews

bottom of page