Raşîda Şertên Îsraîlê ya Serdana Kenara Rojava Red Dike
Tlaîb got ku hikûmeta Îsraîlê, jibo serdana wê şertên pir giran danîn ku wê biçûk bixe.
“Ez nikarim rê bidim dewleta Îsraîlê ku haqaretan li min bike û bi rêka karanîna hezkirina mina ji malbata min re, polîtîkayên xwer zordar û nîjaprerest bi min bide pejirandin,” Tlaîb li ser Twitterê got.
Wezîrê Navxweyî Îsraîlê Aryeh Deri, ku serlêdana zîyareta Tlaîb erê kiribû, daxuyanîya wê bi tundî şermezar kir.
“Eşkere bû ku her tişt provokasyonek bû ku Îsraîlê rûreş bike. Nefreta wê ya ji Îsraîlê ji hezkirina wê ya ji dapîra wê re mezintir e,” Deri li ser Twitterê got.
Îsraîlê îro Înê biryar da ku jiber sedemên mirovahî bihêle parlamantera Amerîkî Raşîda Tlaîb serdana malbata xwe ya li Kenara Rojava bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Pêncşemê ragihandibû ku ewê nehêlin ku endamên Civata Nûneran ya Amerîkî yên Demokrat Raşîda Tlaîb û Îlhan Omer têkevin nav axa Îsraîlê.
Tlaîb bi nameyekê ji wezareta navxweyî ya Îsraîlî xwest ku destûr bide wê ku serdana pîrika xwe ya 90 salî û xizmên xwe yên din bike.
Wezaretê jî daxwaza Tlaîb pejirand û got ku ser bingeha mirovahî destûr ji Tlaîb re hate dayîn ku serdana dapîra xwe ya 90 salî bike.
Serokê Amerîka Donald Trump bang li Îsraîlê kiribû ku rê nede serdana Tlaîb û Omer.
Dênge Amêrika