Êzdîyan bîranîna komkujîya Koco kirin
5 sal dibuhirn bi ser komkujîya çekdarên Daişê li gundê Koco ya Şengalê li dijî Êzdîyan encam dan. Êzdîyan bi hilkirina şemalkan di nav qalkên wan gulleyên ku Êzdî pê hatin kuştin, ew roja komkujîyê bi bîra xwe anîn û hêvîya rizgarkirinê bo tevaya wan Êzdîyan dixwazin ewên ku heya niha di destên Daişê de mane û bê soraxin.
Li sala 2014yê çekdarên Daişê hêriş kirin ser gundê Koco li Şengalê û zêdetir ji 200 kesên wî gund kuştin û girtin.
K24