Seroka Perlemana Kurdistanê pîrozbahîyê li Partîya Demokrata Kurdistanê dike
Ev jî eqa peyama seroka perleman a Kurdistanê ye bo PDKyê:
Bi bone ya 73 yemîn salvegera damezirandina Partîya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahîya xwe arasteya serok û civata serkirdatîya Partîya Demokrata Kurdistanê dikim û bi rêya wan birêzan jî arasteya tevaya kadir, endam, cemawer, kesûkarên şehîdan û firakisyona perlamanîya wan dikîn û hêvîya berdewamîyê bo hewe dixwazîn di xebata sîyasî û têkoşînê de ji bona gehiştinê bi armancên netweyî û bi destvehînana xwazt û daxwazîyên rewayên Kurdistanîyan.
Hêvîdarîn ev bîranîn bibe cihê yekrêzî ya nav mala Kurd û karê hevreyî ji bona paraztina qeware ya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina damezraweyên destûrî yên wê û berqerabûna hukmranî ya tendurist ku têde welatî hest bi armî û xweşguzeranîyê bikin.
Dr. Rêwaz Faiq
Seroka Perlmana Kurdistanê
15ya Tebaxa ,2019